20 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
ANKARA
Wezareta Dadê ewê 2 hezar û 371 personelê bi kadro û peyman hilde kar.
Li gor îlana ku di malpera Wezareta Dadê da hat weşandin, ji bo kadroyên katibiya zebitê, mibaşirî, teknisyenî, ajokarî, aşpêjî û vêxistina kalorîferê ewê 2 hezar û 371 personelê bê hildan. 2 hezar û 161 kesê bi peyman 210 kesê jî bi kadro bên îstixdamkirin.
Ji bo serîlêxistinê dibê kesên ku lîsans xilas kirine di Ezmûna Hilbijartina Personelên Dewletê (KPSS) ya 2016an da, kesên lîse qedandine di KPSSya 2014an da, kesên ku dibistana navîn xilaskirine jî di KPSSya 2014an da herî kêm 70 puan sitandibin.
Serîlêxistinê di navbera 22ê tebax û 5ê îlonê da dewam bike.
Kesên ku ji bo katibiya zabitê serî lê bixin ewê di 1ê cotmehê da têkevin ezmûna pêkanînê. Ji bo hemû kadroyan îmtihana devkî ew ê di 24ê cotmeha 2016an da bê kirin.
Ji bo şertên serîlêxistinê û îmtihana devkî namzed dikarin li navnîşana "http://www.pgm.adalet.gov.tr/duyuru/2016/agustos/tasra/ilan.htm"ê mêze bikin.