Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglû ragihand ku bernameya perwerdekirinê ya ji bo mixalifên sûriyeyî, ji aliyê Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû û Serbalyozê DYAyê yê Enqereyê John Bass ve, hat îmzekirin.
Wezîr Çavuşoglû piştî resepsiyona Expo 2016 a Antalya ya li Cermodernê hat lidarxistin, pirsên rojnamegeran bersivand.
Me li ser belgeya der barê perwerdekirina mixalifên Sûriyeyî li hev kir û belge ji aliyê Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû û Serbalyozê DYAyê yê Enqereyê John Bass ve, hat îmzekirin. Çavuşoglu got ku hêzên dê bên perwerdekirin û biçekkirin him li dijî hêzên rejimê him jî li dijî rêxistina DÎŞIyê têbikoşin.
Çavuşoglu got ku paşê dê hûrgiliyên belgeyê parve bikin.