Merve Yıldızalp
22 Îlon 2024•Rojanekirin: 24 Îlon 2024
ANKARA (AA) - Li peravên Behra Egeyê di saet 11.47an da bi mezinahiya 4,3yan erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), hejeke bi mezinahiya 4,3yan ya ku navenda lerza wê peravên Behra Egeyê ye, hat qeydkirin.
Hat tesbîtkirin, erdhej 8,68 kîlometre di kûrahiyê da û 150 kîlometre dûrî Gokçeadaya navçeya Çanakkaleyê çêbû.