Mehmet Tosun
22 Îlon 2024•Rojanekirin: 22 Îlon 2024
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li herêma operasyona Pençe-Kîlîtê eskerek şehîd bû.
Di daxuyaniya WPNyê da hat diyarkirin, di êrîşa mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz da Piyadeyê Peymanî Maşallah Abakay şehîd bû.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike ku di vê bûyera tal da ya em xemgîn kirin, jiyana xwe ji dest da; serxweşî û sebrê bide malbat û xizmên wî, Hêzên Çekdarên Tirk û her wiha gelê me."