Sebahatdin Zeyrek
22 Îlon 2024•Rojanekirin: 24 Îlon 2024
Li Babadaga navçeya Denizliyê agir bi axurekê ket, 85 heywan telef bûn.
Li Taxa Încîlîpinarê ji ber sedemeke nediyar di axurekê da şewat derket.
Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkujê hatin cihê bûyerê.
Di şewata ku ji aliyê ekîban va hat vemirandin da 85 heywan telef bûn, axur jî bi tevahî şewitî.