IGDIR
Li Îdirê ji bo heywanên ku ji ber sir û seqema zivistanê birçî man, qut û goşt danîn 3 cihan.
Qût danîn cihên avî yên Bûlakbaşiyê. Qeymeqamê Karakoyunluyê Elîf Canan Tuncer Ersoz, Midûrê Herêma 13emîn yê Daristan û Karên Avê Mehmet Siddik Kilinçer û Midûrê Daristana Îdirê Hasraf Aka bi hev re ji bo heywanên birçî qût danîn.
Midûrê Herêma 13emîn yê Daristan û Karên Avê Mehmet Siddik Kilinçer daxuyanî da û got ev meheke berf bariye û hê jî ranebûye. Kilinçer wiha axivî: "Ekîbên me, ji bo heywanan dembidem qut datînin çolê. Em çelengên nan, zerzewat, fêkî û goşt datînin herêmên ku hatine diyarkirin."