19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bitlîsê nexweşxaneya heywanan hat avakirin.
Nexweşxaneya heywanan li taxa Çaglayanê li ser qadeke 5 hezar mêtroqere hat avakirin û wê wek Navenda Rehabilîtasyon û Stewrkirina Heywanan xizmetê bike.
Fettah Aksoyê Şaredarê Bitlîsê der barê nexweşxaneyê da daxuyanî da ku nexweşxane ne tenê bajêr wê xizmetê bide hemû herêmê.
Aksoy diyar kir ku li gelek bajarên welêt nexweşxaneyên heywanan ên rehabilîtasyon û stewrkirinê hene û got ku wê bi personelên xwe nexweşxane xizmetê bike.
Aksoy destnîşan kir ku dixwazin feydeyê bidin hemû candaran û got ku nexweşxane li ser xêrê be.
Omer Atişê teknîkerê beytariyê diyar kir ku li emeliyetxaneyên nexweşxaneyê her cure cêhaz hene û got ku ev ji bo herêmê firsendeke baş e.