09 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
MÛŞ
Li Mûşê welatiyên ku heywandariyê dikin, bi hatina biharê ve heywanên xwe hildan û çûn zozanan.
Li herêmê piştî ku zivistana dirêj qediya û berf heliya, bi hatina biharê ra welatiyan jî heywanên xwe birin zozanan.
Li gundê Bozbuluta Mûşê Cengîz Demirê şivan ji nûçegihanê AAyê re got ku ew her sal navenda gulanê ji bo ku heywanên xwe biçêrînin diçin zozanan û wiha axivî: "Ji îro pê ve em derketin rê ku keriyên xwe bibin zozana li Çavuş Tepeyê ya li quntara Çiyayê Kurtîkê ye. Di nav çend rojan de em ê bigîhîjin zozanan û em ê konên xwe vegirin."