Haydar Şahin
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ADANA
Li Edeneyê hin welatiyên ku dixebitîn qurbanê serjê bikin xwe birîndar kirin û rêya nexweşxaneyan girtin.
Welatiyên ku piştî nimêja eydê dixebitîn qurbanê serjê bikin birîndar bûn, ji destê sibê pê va serî li servîsên acil ên nexweşxaneyan xistin.
Piraniya birîndaran piştî dermankirinê hatin teaburcîkirin.
Hat ragihandin ku li bajêr 70 kesên ku di dema serjêkirina qurbanan da birîndar bûbûn hatin nexweşxaneyan.
Ahmet Keskînê ku piştî dermankirina li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nimûneyê hat taburcîkirin daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku çaxa birayê wî qurban serjê dikir kêra di destê wî da filitî û destê wî jê kir.
Keskîn destnîşan kir ku 3 kêl avêtin tiliya wî û got, "Em 3 meriv bûn û me quwet negihandê ku miyekê serjê bikin."
Mehmet Oduncuyê birîndar jî diyar kir ku çaxa miya qurban digirt destê wî hat jêkirin û wiha axivî: "Çaxa bavê min mî post dikir me destê xwe lê xist. Ya rastî bavê min jê nekir min bi xwe destê xwe jê kir. Hinek mabû tiliyên min biteqiyana."