Abdullah Tel
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
GAZÎANTEP
Textê şempazeyê bi navê "Can" ku wek sembola Baxçeyê Heywanan ê Gazîentabê ku li rûyê dinyayê di nav baxçeyên heywanan ên herî mezin da cih digire, bi hatina têjikê şêr ê du mehî navê "Cesûr" lê kirine ket talûkeyê.
Li Cizîra navçeya Şirnexê di dema kontrolkirina polêsan da têjikê şêr ê du mehî ku navê "Cesûr" danê hatibû dîtin. Têjikê şêr li Baxçeyê Heywanan ê Gazîentabê hat bicihkirin lê hatina wî bû sedema reqabetekê jî.

Lewra di baxçe da gelek heywan hene lê şempazeyê yek salî yê bi navê "Can" ku par dayika wî ew qebûl nekiribû û di destê xebatkarên wir da mezin bû wek sembola baxçe bû.
Lê bi hatina têjikê şêr va bala li ser "Can" piçek kêm bû û di navbera herduyan da niha reqabeteke xweş dest pê kir.
Kesên ji bo dîtina heywanan berê hatibûn gotin ku li ser anîna "Cesûr" ew careke din hatin baxçeyê heywan lê ne.