Muhammet Kurşun
03 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
İSTANBUL
Akvaryûm û baxçeyê heywanan yên li Stenbolê ji 200 curî di ser 20 hezarî heyberên behrê û amfibiyeyan di xwe de dihewînin.

Li Akvaryûmê 7 beşên bi navê "Peravên Teht", "Maketank", "Galeriya Makebehrê", "Jungle", "Çem", "Girava Pengûenan" û "Qraltiya Tîmsahan" û 50 tankên akvaryûmê dibin cihê eleqeya zarokan û welatiyan.

Armanca akvaryûmê ew e ku alema binbehrê bi awayekî xweş hînî zarokan bike û curên wek vatozên Mantayê, samûrên avê, mişkên avê û Pengûenên Humboldta Emrîkaya Başûr di xwe de dihewîne.

Tîmsaha 3 metre bilind, 5 metre dirêj û 750 kîlo ye gelekî bala ziyaretvanan dikişîne. Tê texmînkirin ku tîmsah 30 salî ye û salek din dê bibe hezar kîlo.