Abdullah Tel
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Aktîvîsta Filistînî Ahed et-Temîmiyê diyar kir ku heta îro welatên hatine dagirkirin zû dereng teqez azadiya xwe bi dest xistine û wiha pê da çû: "Welatekî ku hatibe dagirkirin û paşê azad nebûbe, tuneye. Ji bo me jî wê roja azadiyê bê."
Temîmî ji bo ku beşdarî 3yemîn Lijneya Giştî ya Foruma Ciwaniyê ya Konferansa Îslamê - Guftûgo û Hevkariyê bibe hat Stenbolê û li wir daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Di axaftina xwe da aktîvîsta Filistînî got ku wê di civînê da ji bo peyamên gelê Filistînê bigihîne gelê Tirkiyeyê li ser welatê xwe axivî.
Temîmî li ser muemeleyên ku di girtîgehên Îsraîlê da li girtiyan tên kirin axivî û wiha pê da çû: "Li hin kesan ji hêla bedenî va û li hin kesan jî ji hêla psîkolojî va êşkence tê kirin. Rêveberiya girtîgehê jî nan û ava ku ji bo girtiyan tê dayîn kêm dike da ku bila tişta hîn nebin û vê zilma li ser wan zêde dike. Jixwe girtîgeh di nav çar dîwaran da ye û azadiya mirov ji destê mirov distîne."
Ahed et-Temîmiyê ragihand ku di dema lêpirsînan da jî ji hêla meqamên ewlehiyê va pergalên zextê tên sepandin û wiha dewam kir: "Jixwe piraniya wan di dema jêpirsînê da ji ber muameleyên xerab şehîd dikevin.
Di berdewamiya axaftina xwe da aktîvîsta Filistînî Tamîmiyê got ku ew li dijî dagirkirin û sîyonîzmê ne û di çareserkirina doza Filistînê da jî dixwazin ku bila dagirkerî bê sekinandin, ji bo Misilman, Xiristiyan û Cihûyan jiyaneke xweş bê pêşkêşkirin.
Temîmiyê helwesta Tirkiyeyê meseleya Filistînê radixe pêş çavan anî rojevê û got: "Em ji Tirkiyeyê ra ji ber sekna wê ya li hemberî doza Filistînê spas dikin. Helbet gelê Filistînê ji Tirkiyeyê gelekî hez dike. Stenbol bajarekî xweş e û mirovên wê jî ji Filistînê hez dikin û bi doza me ra eleqedar dibin. Hêviya me ew e ku bila yekbûn çêbibe hemû gel bigihêjin hev û ev dagirkerî biqede. Welatekî ku hatibe dagirkirin û paşê azad nebûbe, tuneye. Ji bo me jî wê roja azadiyê bê."