Muhammet Kurşun
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
KOCAELÎ
Erkan Ayhanê ku li Kocaeliyê karê simîtfiroşiyê dike, ji bo arîkariya Misilmanên Arakanê yên rastî zilm û qetlîama neteweperestên Bûdîst tên qezenca xwe ya 2 rojan bexişand.
Ayhanê 40 salî yê ku 14 sal in li navçeyên Kocaeliyê Derince û Kandirayê simîtan difiroşe, li hemberî zilm û qetlîama bi serê Misilmanên Arakanê tê bêdeng nema.
Ayhan tîşortekî ku li serê "Tu Zalim î Dinya, Arakan Xwîn Vedirêşe lê Tu Hê jî Tuneyî" hatibû nivîsandin da çêkirin û bi vî 2 rojan simît firot.

Simîtfiroş qezenca xwe ya 2 rojan 147 lîre li hesabê ÎHHê yê ji bo Arakanê vekiribû razand.
Der barê mijarê de Ayhan ji peyamnêrê AAyê re axivî û got 14 sal berê li Kandirayê dest bi firotina simîtan kiriye û debara xwe jî bi vî karî dike.
Li ser zilma ku bi serê Misilmanên Arakanê tê jî wiha got:
"Di Eyda Qurbanê de pariyek goştê qurbanê di qirika min re derbas nebû. Birayên me li Arakanê dihatin qurbankirin. Dir rewşeke wisa de tu çawa dikarî goştê qurbanê bixwî? Loma min biryar da ku dinya li hemberî vê yekê bêdeng bimîne jî ezê tiştê ji destê min were bikim. Ez rojekê du rojan ji bo Arakanê simîtan bifiroşim wan xelas nake. Ez ji vir ji bo mezlûman bangewaziya dinyayê dikim. Ji bo Xwedê li birayên me xwedî derkevin.