Irmak Akcan
28 Adar 2025•Rojanekirin: 29 Adar 2025
Hat ragihandin ku li Myanmarê piştî du erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 6,4 li gor tesbîtên ewil 144 kes mirin û ji 730î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Birêvebiriya eskerî ya li Myanmarê der barê erdhejên ku îro li welêt çêbûn da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di erdhejan da li gor tesbîtên ewil 144 kes mirin û ji 730î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Sibehê nêzî herêma Sagaînga li aliyê navîn a Myanmarê bi mezinahiya 7,7 û 6,4 du erhdej çûbibûn.
Erdhejê li welêt bibû sedema xisareke mezin û ditirsin ku jimara zêde bibe.