Önder Beyter
18 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
OTTAWA
Kanadayê 8,15 milyon dolar alîkariya mirovî da Misilmanên Rohîngyayî yên ku ji zilma li Myanmarê revîn û xwe spartin Bangladeşê.
Wezîra Pêşketina Navneteweyî ya Kanadayê Marie-Claude Bibeauyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ew seba ji 671 hezarî zêdetir Misilmanên Rohîngyayî yên ku ji tundiya li Myanmarê revîn û xwe spartin Bangladeşê bi fikar in.
Bibeauyê bal kişand ku li Bangladeşê serdema mûsonê nêzîk e û herwiha dema mûson dest pê bike, rewşa penaberên Rohîngyayî wê xirabtir bibe û wiha dewam kir ,"Me 8,15 milyon dolar fonek terxan kir ku rewşa van penaberan hinekî baş bibe û herwiha da ku bikaribin li Bangladeşê bi pirsgirêkên ku wê di çend mehên pêşiya me da derkevin pêşiya wan ra têbikoşin."
Bi vê reqama ku vê axiriyê hat ragihandin va Kanadayê ji sala 2017an a destpêka krîza Misilmanên Rohîngyayî vir va bi tevahî 45,6 milyon dolar alîkarî da Misilmanên Rohîngyayî.