Li Kanadayê dijayetiya Misilmanan bi êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê ra zêde bû û ev zirarê dide pirçandiya welêt

Ankara
Piştî êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê li Kanadayê dijayetiya Misilamanan (Îslamofobî) û dijayetiya Filistînê zêde bû û ev jî zirareke mezin dide pirçandiya Kanadayê.
Li Kanadayê ji çar aliyê dinyayê meriv hene û welêt mazûvaniya van merivên ku ji çandên cuda ne, dike.
Ji aliyê din va piştî ku Îsraîlê êrîşî Xezeyê kir û Xeze dorpêç kir, Misilmanên ku li welêt dijîn, tengasiyan dikişînin. Gotinên dijî Misilman û Filistîniyan li tevahiya welêt bilez zêde dibin.
Şaredara Torontoyê Olivia Chowê meha borî li ser hesabê xwe yê Instagramê vîdeoyek parve kir û di vîdeoyê da pêşwaziya penaberên Filistînî yên hatin bajêr dike. Piştî parvekirina vê vîdeoyê Şaredar Chow hat rojevê.
Şaredar Chow di vîdeoya ku malbateke Filistînî pêşwazî dike da wiha dibêje, "Selamun Aleykum! Hûn bi xêr hatin Torontoyê!"
Vîdeo di demeke kin da 51 hezar carî tê temaşekirin û 1000 şîrove di binê vîdeoyê da tên kirin. Di nîvê zehfê şîroveyan da gotinên dijayetiya Misilmanan heye. Hin kes tiranê xwe penaberan dikin û îdia dikin ku "tu nîşaneya wan a birçîbûnê tuneye."
Vîdeo di demeke kin da hat rakirin û çend saet şûnda peyama nivîskî hat weşandin. Di peyamê da hat gotin ku vîdeo ji bo "Ewlehiya malbatê" hat rakirin û şûna wê daxuyaniya nivîskî hat parvekirin.
Ofîsa Şaredar Chowê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û hat gotin ku vîdeo ji ber "fikara ewlehiyê" hat rakirin. Vê yekê rewşa Misilmanên li Kanadayê bi eşkere nîşan da.
Fareed Khanê avakarê "Kanadayiyên ku li Dijî Nefretê Bûne Yek" daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Li (Kanadayê) ji Cotmeha 2023an vir va nijadperestiya dijî Misilmanan û dijî Filistînê gelekî zêde bûye. Ev nîjadperetî li tevahiya Kanadayê ji nijadperestiya piştî 11ê Îlonê (Êrîşên ku di 2001ê da li New Yorkê dijî Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê hatin kirin) pir zêdetir bûye. Sedema vê di nava 24 salên dawîn da bi taybetî jî di nava 10 salên dawîn da normalîzebûna gotinên dijber in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.