Elif Orhan
18 Adar 2018•Rojanekirin: 18 Adar 2018
ANKARA
Di çarçoveya Herekata Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê da destpêkirin de pêvajoya azadkirina Efrînê didome û giregirên Efrînê ji bo ku dahatûya herêmê diyar bikin dê bên bal hev.
"Kongreya Rizgariya Efrînê" ya ku dê dahatûya Efrînê diyar bike dê sibê li Gazîentabê bê kirin. Di kongreyê de dê li ser mijarên bi piştgiriya Tirkiyeyê, malbatên mezin ên naskirî yên navçeyê û serokên eşîran ji nû ve avakirina Efrînê û ji bo ku Efrînê dîsa vegerin gundên xwe bisekinin.
Di nav Efrîniyên ku jimara wan dê di navbera 80 yan 100î de be yên ku dê beşdarî kongreyê bibin de parêzer û doxtorên Ereb, Elewî, Êzdiyên ku ji zilma PKK/PYDya rêxistina terorê reviyan jî hene. Digel Efrîniyên ku dê ji Ewropa û Tirkiyeyê bên dê giregirên ku hê jî li navçeyê ne di kongreyê de amade bin.
15-20 kesên ku dê di hilbijartina li kongreyê bên diyarkirin piştî ku Efîrn ji terorê hat paqijkirin dê vegerin navçeyê û meclisê ava bikin. Tê payîn ku di meclisê de ji her aliyê mirov cî bigirin.
Mixalifê Kurd ê Efrînê Hesen Şîndî çarçoveya kongreyê, hebûna PKK/PYDê yê li Efrînê û Herekata Çiqlê Zeytûnê ji nûçegihanên AAyê re qise kir.
Şîndî qal kir ku piştî bûyerên ku di sala 2004an de li bakûrê Sûriyeyê derketin çû Herêma Kurdistana Iraqê û di sala 2011an de piştî ku serhildan çêbûn Artêşa Azad a Sûriyeyê ava kirin.
Şîndî da zanîn ku mixalifan ew wek nûnerê Kurdên li Efrînê û yên li bakurê Sûriyeyê hilbijart û diyar kir ku ji sala 2004a vir ve di navbera wan û PYD/PKKê de pirsgirêk heye.
Şîndî bal kişand ku hevkariya di navbera PYD/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed de digihê heyama Hafiz Esed lê belê Beşar Esed bêtir piştgiriyê dide û got ku "Rejim hemû serokên PYDê diparêze, ji hemûyan hez dike, hemûyan jî bi kar tîne. Çi wextê bi Tirkiye, Iraq, Herêma Kurdistana Iraqê û welatên din re navbera wî xira bû wê çaxê piştgiriyê didinê."
Şîndî qal kir piştî li Abdullah Ocalanê serokê PKKê hat girtin rêxistina terorê bi navê cuda rêxistin bû û PYD jî yek ji van e û bal kişand li ser hevkariya PYD/PKK û Amerîkayê û got ku "Maerîka me Kurdan wek çek bi kar anî."
- "Efrîn PKKyî nîne"
Şîndî destnîşan kir ku ji sedî 90ê gelê Efrînê beriya Herekata Çiqlê Zeytûnê jî dijî PYD/PKKê bûn û zilmên rêxistinê qebûl nedikirin û wiha axivî: "Vê operasyonê (Herekata Çiqlê Zeytûnê) Efrînê ji terorê paqij kir. Efrîn gelê meye. Em bangî gelê Tirk dikin. Efrîn PKKyî nîne. Ciwanên ku PKKê hingirtin û birin Qendîlê hene û em raziyê van nînin. Efrînî gelek ji Tirkiyeyê hez dikin."
Şîndî destnîşan kir ku gelê Efrînê xîzan e û PYD/PKKê ji Esed pere û çek distîne ûvan dijî gel bi kar tîne û got ku "Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Kurdan jî dijmina herî mezin PKK ye."
Şîndî diyar kir ku ev çendî roj in ku nerazane, divê Efrînî vegerin mal û axa xwe û ji bo vê jî dixwazin ku Tirkiye piştgiriyê bide wan û wiha axivî:
"Efrînî radigihînin ku li gundan PKK reklamê dike, dibêje ku yên tên Artêşa Azad nîne DEAŞ an jî El-Nûsra ye û dê wan bikujin. Me jî ji bo vê yekê biryar da ku kongreyekê çêkin. Di vê kongreyê de ji bo ku mirov vegerin gundên xwe bi xwe û bi arîkariya Tirkiyeyê bi malbatên naskirî yên şareza yên me û serokên eşîran re Efrînê ji nû ve ava bikin emê xebatan bikin."
Şîndî diyar kir piştî ku Efrîn ji rêxistina terorê bê paqijkirin dê meclisek ava bikin û nirxandina "Emê xizmeta gel bikin. Li Sûriyeyê gelek pirsgirêkên me hene lê divê em ji xwe re hedefekî diyar bikin. Emê Efrînê wek mînak çêkin û bangî hemû Sûriyeyê bikin. Divê em li Efrînê xweş destpê bikin. Divê em xizmetê bikin û zarok biçin dibistanê. Emê polêsên Efrînê yên ku ji ciwanên me pêk tê ava bikin. Ez spasiya gelê Tirk dikim. Em cîran in. Efrîn wekî Kirikhanê ye, wekî Îskenderûnê ye, Îslahiyeyê ye. Ev bi hezaran sal in ku em bi hev re ne. Li wir jî li vir jî eqrebayên me hene. Ji ber wê ji me re piştgirî divê. Gelekî girîng e ku Tirkiye piştgiriyê bide. Em birayê biçûk in."