Tirkiye

Serokomar Erdogan bi Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê ra bi têlefonê axivî

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi têlefonê axivîn.

Haydar Şahin  | 15.09.2020 - Rojanekırın : 16.09.2020
Serokomar Erdogan bi Aliyevê Serokomarê Azerbeycanê ra bi têlefonê axivî

Ankara

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan di axaftinê da ji bo salvegera sala 102yê ya rizgarkirina Bakuyê ya ji dagirkeriya Ermenî û Bolşewîkan Serokomar Aliyev û xelkê Azerbaycanê pîroz kir.

Erdogan diyar kir ku 102 sal berê Artêşa Îslamê ya Kafkasê di fermandariya Nurî Paşa da bi Artêşa Neteweyî ya Azerbeycanê ra dijî dijminan şer kir û serfiraziyeke mezin bi dest xistin, rihma Xwedê li hemû şehîd û xaziyên vê têkoşînê bibe.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hevkarî, piştevanî û bihevrabûna Tirkiye û Azerbeycanê ya ji bo mewcûdiyetê li dijî tehdîdên mezin hat dayîn li dinyayê mînak e û peyam e.

Erdogan got ku wekî berê, îro jî ji bo hêzdarkirina hevkariyê û kûrkirina têkiliyên Tirkiye-Azerbeycanê di hemû qadan da bi şîara "du dewlet, miletek"ê bi biryardarî dimeşin, Tirkiye her tim li cem Azerbeycaneke hêzdar e.

Serokomar Erdogan destnîşankirin ku di salvegera rizgariya Bakuyê da Tirkiye jî bi Azerbeycanê ra heman şahiyê dike û gelê bira yê Azerbeycanê ra silav şand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.