Önder Beyter
18 Adar 2018•Rojanekirin: 18 Adar 2018
PEKÎN
Lî Kiçîang di dengdayîn li Parlementoya Çînê da cara duyemîn wekî serokwezîr hat hilbijartin.
Di civînên Lijneya Giştî ya 1emîn a Serdema 13emîn a Kongerya Neteweyî ya Gelê Çînê (KNGÇ) ya ku li Pekîna paytext li Salona Gel a Mezin hat lidarxistin da Serokwezîrê Çînê Lî Kiçîang bi destê Serokê Dewletê Şî Cînpîng wekî namzedê serokwezîriyê hat destnîşankirin.
Lî di dengdayîna li KNGÇya ku li welat organa qanûndanînê ya herî payebilid e û 2 hezar û 966 delege beşdar bûn da dengê 2 hezar û 964 delegeyan wergirt û cardin wekî serokwezîr hat hilbijartin.
Paşê Şî Biryarnameya Seroktiya Dewletê ya der heqê tayînkirina Serokwezîr Lî da îmze kir.
Li Çînê duh hilbijartina parlementoyê bi rê va çûbû û herwiha Serokê Dewletê Şî Cînpîng tevahiya dengan wergirtibû û cardin wekî serokê dewletê hatibû hilbijartin û di heman demê da jî bûbû Serokê Komîsyona Eskerî ya Navendî ya Çînê.
Vang Çîşan jî 2 hezar û 969 deng wergirtibû û bûbû alîkarê serokê dewletê. Paşê Şî û Vang hatibûn ser kursî û li ser destûrê song xwaribûn.