Okan Coşkun, Eşber Ayaydın
24 Îlon 2026•Rojanekirin: 24 Îlon 2026
Navend Karakopruya navçeya Şanliurfayê di saet 10.40î da bi mezinahiya 5,4an erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) navend Karakopruya navçeya Şanliurfayê bi mezinahiya 5,4an erdhej çêbû.
Li gor agahiyan erdhej 7,39 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
Erdhej li bajarên li derdorê yên weke Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Batman, Gazîentab, Adiyeman û Meletiyê jî hat hîskirin.
Piştî erdhejê welatî derketin derva û çûn kolan û parkan.
- Daxuyaniya ewil a Waliyê Şanliurfayê
Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û hêviyên xwe yên baş ji bo hemû welatiyan anî ziman û got, "Li gorî nirxandinên destpêkê yên li qadê, heta niha tu zirar û ziyaneke can û mal çênebûye. Ji her kesî ra derbasî be. Kontrolên me yên li qadê berdewam dikin."
- "Dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin"
Waliyê Şanlıurfayê Hasan Şildak paşê li ser platforma medyaya civakî Xa navend Amerîka da wiha daxuyand, "Ji ber erdhejê li parêzgeha me di 24ê Îlona 2026an roja Pêncşemê da li hemû saziyên perwerdehiyê û li kreş û baxçeyên zarokan perwerde hatiye rawestandin."
- Ji ber panîkê 40 welatiyan serî li saziyên tenduristiyê dan
Walî Şildak piştî erdhejê çû Navenda Kordînasyona Ewlehî û Rewşên Awarte (GAMER), li wir ligel rêveberên saziyan civînek çêkir û der heqê xebatên li qadê da agahî wergirtin.
Şildak li vir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji bo hemû welatiyên ku erdhejê tesîr li wan kir got ku derbasî be.
Şildak diyar kir ku kontrolkirina li qadê berdewam dike û wiha got:
"Ji ber panîka ku çêbû nêzî 40 welatiyên me serlêdan kirin. Midaxeleyên pêwîst hatin kirin û tedawiyên wan hatin kirin. Heta niha tu avahiyên me yên rûxiyayî tunene. Em li gorî îhbar û encamên kontrolê yên biwarê avahiyên ku zirarên piçûk dîtine, tevdigerin. Komîsyonên me yên tesbîtkirina zirarê derketin qadê. Midaxeleyên pêwîst dê werin kirin. Li Şanliurfayê hemû pêvajo di bin kontrolê da ye. Welatiyên me vegeriyan ser jiyana xwe ya rojane."
- Di erdheja li Şanliurfayê da xisar gihîşt hin xanî û tewleyan
Li Karakopruya navçeya Şanliurfayê di saet 10.40î da bi mezinahiya 5,4an erdhej çêbû ku li Taxa Pinarbaşiyê ya ku navenda erdhejê ye xisar gihîşt hin xanî û tewleyan.
Li taxa ku 30 kîlomêtro nêzîkî navçeyê ye, di dîwarên hin xanî û tewleyan da qelîştek çêbûn û hilweşiyan.
Ekîbên Komîsyona Koordînasyona Nirxandina Xisarê ya Midûriyeta Bajêr ya Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê gihîştin herêmê û dest bi xabetên tesbîtkirina xisarê kirin.
Ji welatiyan Ahmet Baydîllî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji ber erdhejê tirsiyane û wiha axivî: "Li taxa me di 4-5 malan da xisar heye. Goşeyên hin xaniyan hilweşiyan, di hinekan da jî çend qelîştek hene."
Hacer Baydîlliyê jî anî ziman dema erdhejê ew di mitbaxê da bûye û wiha got: "Xisareke mezin gihîşt mala me. Şikir tiştek bi me nehat."
Murat Baydîllî jî got di erdhejê da kesek nemiriye û wiha axivî: "Ji ber erdhejê mala me hindik maye hilweşe. Ez çi bibêjim, Karê Xwedê wiha ye."