Ji Îngiltere, Fransa û Kanadayê bo Îsraîlê banga rawestandina êrîşên li Xezeyê
"Heger Îsraîl operasyonên xwe yên eskerî yên nû ranewestîne û astengiyên li ber alîkariya mirovî raneke, em ê li dijî van yekan gavên şênbertir biavêjin"

Greater London
Îngiltere, Fransa û Kanadayê bangî Îsraîlê kirin ku êrîşên li Xezeyê demildest rawestîne û daxuyaniya, "Heger Îsraîl operasyonên xwe yên eskerî yên nû ranewestîne û astengiyên li ber alîkariya mirovî raneke, em ê li dijî van yekan gavên şênbertir biavêjin." dan.
Di daxuyaniya bi îmzeya Îngiltere, Fransa û Kanadayê da biryara Îsraîlê ya berfirehkirina êrîşên li Xezeyê hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji hêla Îsraîlê va dayîna destûra derbaskirinê ya hin alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê têrê nake û wiha hat gotin, "Rewşa mirovî ya li Xezeyê di asteke wisa da ye ku mirov nikare qebûl bike."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em bangî hikûmeta Îsraîlê dikin ku operasyonên xwe yên eskerî yên li Xezeyê demildest rawestîne û destûrê bide derbasbûna alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê."
Her wiha di daxuyaniyê da banga berdana dîlan jî hat kirin û hat destnîşankirin ku ji hêla Îsraîlê va astengkirina derbasbûna alîkariyên mirovî yên ji bo sivîlên li Xezeyê, rîska binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî vedihewîne.
Di daxuyaniyê da her wiha der heqê gotinên rayedarên hikûmeta Îsraîlê yên derxistina Xezeyiyan ji cih û warên wan da wiha hat gotin, "Em şêwezarê nefretê yê endamên hikûmeta Îsraîlê şermezar dikin. Bi darê zorê derxistina însanan a ji cih û warên wan, binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye."
Di daxuyaniyê da her wisa piştevaniya ji bo mafê xweparastina Îsraîlê hat dubarekirin û wiha hat gotin, "Lêbelê ev rêveçûn bi temamî nehevseng e. Di demeke ku hikûmeta Netanyahu çalakiyên xwe yên tirsnak didomîne da, nabe ku em rûnên û lê temaşe bikin. Heger Îsraîl operasyonên xwe yên eskerî yên nû ranewestîne û astengiyên li ber alîkariya mirovî raneke, em ê li dijî van yekan gavên şênbertir biavêjin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.