ANKARA
Li Tirkiyeyê 23ê Nîsanê wek Cejna Zarokan û Serdestiya Neteweyî tê pîroz kirin û ev roj ji bo hemû zarokên li dinyayê hatiye diyarkirin. Lê zarokên Sûriyeyê ku ew jî xwediyê vê diyariyê ne wek hevalên xwe nikarin vê cejnê pîroz bikin. Lewra ji destpêka şerê Sûriyeyê yê navxweyî heta niha ji 4 milyon û 300 hezarî zêdetir zarok hewcedar bûn û herî kêm jî 10 hezar zarok di vî şerî de hatin kuştin.
Li Sûriyeyê şer ji sala 2011an vir ve dest pê kiriye û ji ber vê yekê jî rewşa zarokên sûriyî her ku diçe xerabtir dibe. Li gor daneyên Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) herî kêm 5 milyon û 500 hezar zarok di bin tesîra şer de man û ev jî nîşan dide ku ji nîvê zarokên Sûriyeyê zêdetirê wan di bin bandora şer de mane. Li gor daneyan ji destpêkê heta niha herî kêm 10 hezar zarok mirine.
- Hejmara zarokên penaber ji milyonek û 300 hezarî derbas bû
Ji ber şer hejmara zarokên ku bûn penaber par 260 hezar bû lê ev hejmar niha ji milyonek û 300 hezarî derbas bû. Zarokên ku ji neçareyê xwe spartin welatên derdorê 425 hezarê wan hê 5 salî jî nînin.
Li gor UNICEFê mexdûrên herî mezin yên şerê Sûriyeyê zarok in û ji bo wan alîkariya mirovahiyê lazim e û divê bi awayekî lez ev alîkarî ji wan re bê şandin. Ji 4 milyonî zêdetir zarok hewcedarê alîkariyê ne û hejmara zarokên ji 5 salî biçûktir ku li herêmên xwegihandin zehmet e û yan jî hatine dorpêş kirin dijîn jî ji 320 hezarî zêdetir e.
Ji bo alîkariya 5 milyon û 500 hezar zarokên sûriyeyî yên ku li Tirkiye û welatên derdorê ne jî divê alîkarî bê kirin. Ji ber şer heta niha 98 hezar û 823 zarok bê dê û bav mane. Zarokên ku di vî temenê xwe de lazim e bixwînin ji sedî 40ê wan nikarin biçin dibistanê, lewra şert û mercên xwendinê tunene. Çimkî nêzî ji sedî 20ê dibistanan zirar dîtine û yan jî hilweşiyane.
- Rewşa zarokên penaber yên li Tirkiyeyê çêtir e-
Li Tirkiyeyê 379 hezar û 792 zarokên sûriyî hene, ji wan 111 hezarê wan hê 5 salî jî nînin. Li gor daneyên Serokatiya Rêvebiriyê ya Rewşa Afat û Acîlê ya Serokwezîriyê (AFAD) li Tirkiyeyê di Navendên Xwespartinê yên Demborî de 119 hezar û 169 zarok dimînin. Heta ku ji destê Tirkiyeyê tê dixwaze zarokên sûriyeyî baş biezimîne û li gor wê daxwazê jî hewl û xebat tên kirin. Ji bo perwerdehiya wan a nîvcûmayî xebat tên kirin û ji bo kesanetiya wan belawela nebe û xwe winda nekin jî piştgiriya psîkolojîk tê dayîn.
Li Tirkiyeyê ji 68 hezarî zêdetir zarok perwerdehiya xwe didomînin.
Zarokên sûriyeyî yên ku li Tirkiyeyê ne bi dil şewatî 23ê Nîsana Cejna Zarokan û Serdestiya Neteweyî pîroz dikin.