Artêşa Iraqê li hember rêxistina terorê ya DÎŞIyê operasyon kir. Di operasyona ku artêşa Iraqê li bajarê Enbarê kir de 39 milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hatin kuştin.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevpar ya nivîskî de wiha hat gotin: "Hêzen hewayî li gor îstixbaratan li Fellûceya li ser Enbarê operasyonek kir. Encama operasyonê de 39 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin."