Xusneberan di roja 9emîn de ji bo dîtina kesên winda xebatên xwe domandin û diyar kirin ku 143 kes hê nehatine dîtin.
Ferîbota ku 6 hezar û 820 ton bû ji bajarê Incheonê diçû girava Jejûyê. Di ferîbotê de 476 rêwî hebûn û ji wan rêwiyan jî bi piranî xwendekarên lîseyê bûn.
Piştî qezayê kaptan jî di nav de 7 xebatkarên ferîbotê hatin binçavkirin. Tê gotin muretebatê ferîbotê ji ber ku di tehliyekirina rêwiyan de bi ser neketine rêwî bi mirinê re rû bi rû hiştine û bi vê hincetê jî tên sûcdarkirin.
Der heqê qezayê de jêpirsîn didome lê Serokomarê Koreya Başûr Park Geûn-hye, tevgera xebatkarên ferîbotê wek "qetl" dibîne.