Ferîbotên bi navê "Belkis" û "Şahînbey" yên ku Şaredariya Mezin a Gazîantepê ji Wezareta Deryawanî, Ragihandin û Gihandinê sitand, anîn herêmê. Piştî seferên ceribandinê dê ferîbot bikevin felîyetê.
Kapasîteya ferîbotên ku anîn Gola Berajê ya Bîracîkê baş e. 30 wesayît, 3 otobês û 100 rêwî dikarin di carekê de tê de bên bicihkirin.
Berpirsiyarê fîrmayê Yucel Tekîn daxuyanî da nûçegihanan got ku dirêjiya ferîbotan 36 metre û firehiya wê jî 13 metre ye. Ferîbot dê demeke bên ceribandin û piştî ceribandinê bikevin xizmetê.
Ferîbot dê di navbera Bajarê Dîrokî Zeûgma, Rûmkale, Bendava Nizibê, Erenkoy, gundê Gumuşgunê, Qamişli û Xelfetiyê de seferan bikin.
Tekîn got ku bi saya ferîbotan dê turîzma herêmê geştir bibe û destnîşan kir ku ji bo welatiyên astengdar jî her tişt hatiye amadekirin.