Mustafa Kardaşê (29) ku li Batmanê dijî û beşa dîrokê qedandiye di sala 2010an de kete ezmûna KPSSyê, lê ji ber ku tayîna wî nehat kirin niha debara xwe bi firoşkeriya seyyar dike.
Kardaş ji nûçegihanê AAyê re got ku wî beşa dîrokê ya Fakulteya Edebiyat û Fenê ya Zanîngeha Kafkas Qersê qedandiye û wiha axivî: "Min di ezmuna KPSSyê de 74 puan hilda û ji ber ku bêusûlî hat kirin ez mexdûr bûm. Vê ezmûnê ve pêşeroja min û xeyalên min hatin dizîn. Ji bo ku ez debara xwe bikim, ez mecbur mam ku firoşkeriya seyyar bikim."
Kardaş got ku xeyala wî mamostetî bûye û wiha dewam kir: "Dema ez di zanîngehê de xwendekar bûm min di wesayîteke destan de fêkî difrotin û debara malbata xwe dikir. Hemû xeyalên min girêdayî vê ezmûnê bûn. Niha derfeteke min a ku ez bikevim ezmûnê tune, ji ber vê jî xeyalên min şikestin. Hinekên ku qet ji bo vê ezmûnê nexebitîn bi awayekî bêusûlî û torpîlê ve hatin tayînkirin. Wan xeyalên min, pêşeroja min û rizqê zarokên min dizîn. Ez heqê xwe helal nakim. Ji bo ku yên heqê min dizîn, heqê kesên din nedizin ez ê dozê vekim."