Di xebatên lêgerînê de termên ku di ferîbotê de ne bere bere ji aliyê qewasan ve tên derxistin.
Ferîbota ku ji bajarê Incheonê diçû girava Jejûyê dema ku 20 kîlometre ji girava Byûngpoong dûr bû peyama alîkariyê ji ewlehiya peravê re şand û piştî wê jî bi awayekî lez binav bûbû.
Di keştiyê de ji 470yî zêdetir rêwî hebûn û di nav van rêwiyan de jî jê 325 xwendekarên lîseyê bûn û derketibûn gerê.
Pêr kaptan û du xebatkarên ferîbotê hatin binçavkirin.