Di daxuyaniya Komiteya Kordinasyona Herêmî ya Sûriyeyê (KKH) de hat diyarkirin ku firokeyên artêşa Esed li ser bajarikên Mûwasalat û Daxir Awdeyê bombe barandin, di êrîşa bi bombeyên warêlan de 17 kes mirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşê de 40 kes jî birîndar bûn û ekîbên parastina sivîl li herêmê dixebitin ku ji bin xaniyên hilşiyayî mirî û birîndaran derxin.
Şehba Press a ku bi destê muxalin ve hat sazkirin jî diyar kir ku firokeyên rejimê li bakurê bajêr bi bombeyên warêlan ve êrîşî herêma Pîşesaziyê ya Şex Necar, Liyermun û Mesekîn Henûnûyê kirin.
Ji yalî din ve SANAya ajansa nûçeyan ya fermî jî diyar kir ku hêzên rejimê li tanga qela Helebê tûneleka ku muxalifan vedabûn hilşandin.