Li gor agahiyên ku ji muhafizên Mescîda Eqsayê û şahidên bûyerê hatin hildan, hêzên ewlekariya Îsraîlê destûr nedan ku xwendekarên li Mescîda Eqsayê perwerdeyê dibînin û emrê wan ji 50 salî piçûktir in û filistîniyên ku ji bo îbadetê hatin têkevin mescîdê.
Polêsên Îsraîlê êrîşî filistîniyan kir û gaza rondikrêj bi kar anîn. Di bûyerê de 7 filistînî birîndar bûn û 24 filistîniyên ku li dijî polêsan derketin jî hatin binçavkirin.
Alîkarê Serokê Meclisa Îsraîlê û endamê Partiya Lîkuda ku nûnerê rastgiriya navendê ye Moshe Feîglîn di rûpela xwe ya facebookê de diyar kiribû ku dê di cejna paskalyayê de Mescîda Eqsayê ziyaret bike û kesên ku dixwazin dikarin bi wî re bên.