ŞAM
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (RMMS) hêzên artêşa rejimê li bajarên ku di destê muxalifan de ne ji hewa û erdê operasyon li dar xistin. Di operasyonan de li berbajarê paytext Şamê 18, li Îdlibê 13, li Helebê 9, li Xumûsê 6, li Derayê 2, li Deyru'z Zor û Hamayê her yekî kesek û bi tevahî 50 kes mirin.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) de hat gotin ku hêzên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) li Helebê bi doçkayan êrîşî herêmên ku di destê artêşa de ne kir.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê daxuyand ku hêzên ewlehiyê li hemû welêt operasyon li dar xistin û di operasyonan de gelek komên çekdar hatin kuştin, wesaîtên wan hatin şewitandin.