ANKARA
Bihayê benzîna bêoktav ya ku li Enqereyê ji 4,60 lîreyî dihat firotin, bû 4,63-4,65 lîre.
Li Stenbolê jî bihayê wê 4,57 lîre bû, lê niha wê 4,60-4,61 lîreyî bê firotin. Li Îzmirê jî benzîn ji 4,59 lîre dihat firotin, lê wê niha 4,63 lîreyan bê firotin.
Mazot jî li Stenbol û Îzmirê ji 3.90 lîreyan bû 3,94-3,95 lîre. Li Enqereyê jî bihayê mazotê ya ku ji 3,96 lîre dihat firotin bû 4,00-4,01 lîre.
Bihayê ku saziyên belavkirina sotemeniyê eşkere kir li gor sazî û bajaran hinekî diguhere.