Jiyan

Keçelhenek berî tebîetê dan

Li Şanliurfayê 261 keçelhenekên li Îstasyona Xwedîkirina Keçelhenekan ji bo ku hêk bikin û kurk rûnin berî tebîetê dan

Haydar Şahin  | 19.02.2019 - Rojanekırın : 21.02.2019
Keçelhenek berî tebîetê dan

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li Bîracika navçeya Şanliurfayê 261 çivîkên li Îstasyona Xwedîkirina Keçelhenekan ên hildabûn parastinê ji bo hêk bikin û kurk rûnin berî tebîetê dan.

Keçelhenekên populasyona wan li Fas û Tirkiyeyê, hinekî jî li Sûriyeyê dewam dike ji sala 1977an vir da di Îstasyona Xwedîkirina Keçelhenekan a Wezareta Çand û Daristanan a li rexê Çemê Feratê da tên parastin.

Di mehên sibat û adarê da ji bo ku hêk bikin, kurk rûnin û li tebîetê jiyana xwe ya tebiî bidomînin keçelhenekan berî tebîetê didin. Keçelhenekên ku di salê da carekê hêk dikin li ser 1 û 3 hêkan kurk rûdinin. Kurka keçelhenekan 4 hefteyan dewam dike.

Keçelhenekên ku nesla wan li ber qelandinê ne bi menuya taybet tên xwedîkirin. Destûrê nadin ku keçelhenek koç bikin, di dawiya havînê da van çivîkan dîsa dixin qefesê.

Di vê çarçoveyê da di merasima li îstasyonê hat lidarxistin da 261 keçelhenek berî tebîetê dan ku hêk bikin û kurk rûnin.

Selamî Işikê Alîkarê Walî di merasimê da axivî û diyar kir ku Şanliurfa ji cureyeke kêm caran tê dîtin ra malxwedîtiyê dike em ji ber vê kêfxweş in.

Işik got ku keçelhenek ji bo Tirkiyeyê qîmeteke mezin in, li herêmê wekî "nîşana bereketê" li van çivîkan mêze dikin.

Îsrafîl Erdoganê Midûrê Herêma 3yan a Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê jî destnîşan kir ku 42 sal e li navçeyê di îstasyona parastina keçelhenekan da dixebite.

Erdogan got ji bo parastina keçelhenekan çi ji destê wan tê dikin û wiha pê da çû: "Hejmara keçelhenekan gihîşte 261ê. Em nika keçelhenekan berî tebîetê didin. Ew ê ji xwe ra cota xwe bibînin, hêlînê çêkin, hêk bikin û kurk rûnin. Piştî vê jî tevî cucikên xwe dîsa wê vegerin ba me."

Di merasimê da Işik, Erdogan, Qaymeqamê Bîracikê Fatîh Çelîkkaya û beşdarên din deriyên qefesan vekirin û keçelhenek berî tebîetê dan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın