2015 ж. 28 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 01 қазан
ŞANLIURFA
Li Herana navçeya Şanliurfayê ya ku li Tirkiyeyê herî zêde welidîn li wê derê heye dayîkekê 6 zarok bi hevra anîn dine.
Ji vir 4 sal berê zareke qîzîn ji malbata Kaya ya ku li Heranê cotkariyê dikin ra bû. Ji wê rojê şûnda malbata Kaya 4 salan li hêviya zara man.
Fatma Kaya ya ku bizar ma do rakirin Nexweşxaneya Welidandin û Nexweşiyên Jinan a Şanliurfayê. Kayayê li wê derê bi sezeryanê 6 zarok anîn dinê. Piştî welidandinê zarokek mir, 3 zarên qîzîn û 2 zarên kurîn ên ku giraniya wan di navbera 700 û 800 qiramî da diguherin xistin kuwêzan û tên tedawîkirin.
Hat ragihandin ku rewşa dayîkê û ya zarokên ku hê nav li wan nekirine rind e.
Doxtor Alev Esercana ku pîriktaya zarokan kir, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zarok bê pirsgirêk û bê nexweşî hatin dinyayê û ev jî tişteke rind e û wiha pê da çû: "Destê sibê me zarokên xwe bi sezeryanê hildan. 6 zarok bûn lê yek ji wan mirî bû. Dergûşên me 800 qiramî ne û ev jî li gor welidîna 6 zarokan normal e. Dema ku 6 zarok bi hevra bên, giraniya wan ev qasî dibe. Tişteke wiha li dinyayê zehf kêm dibe. Ez jî teze dibînim."
Hat ragihandin ku dema tedawiya zarokan temam bibe, wê teslîmê dayîka xwe werin kirin.