2015 ж. 26 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 28 қазан
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê Hemama Wezîran a 300 salî li gor berê hat nûkirin û niha ji hêla turîzmê ve cihekî girîng e.
Piştî nûkirinê goşeyên wê li gor kevneşopiya şerqê hat amadekirin û niha şevên heneyê û şevbihûrk li vir çêdibin.
Hemama Wezîran li navçeya Eyyubiyeyê li taxa Yusuf Paşa ye. Di sala 1703an de Yusuf Paşayê ji xelqê Arapkîrê hemam da çêkirin û heta çend sal berê jî ew wek hemam dihate bikaranîn.
Ji ber ku di nav demê de hemam kevn bû Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê piştgirî da û hemam hat nûkirin. Hemû ode û cihên hemamê li gor kevneşopiya şerqê hatin amadekirin. Niha di hemamê de şevbihûrk û şevên heneyê çêdibin.
- Hemam li gor berê hat nûkirin
Vakkas Çîçekê ku hemamê kirê kiriye û dixebitîne ji nûçegihanê AAyê re got ku gel wek berê eleqeyê nîşanî hemaman nade. Çîçek got ku ji ber ku ev hemam li gor eslê xwe hatiye nûkirin û tu xisar tê de çênebûye niha wek xwaringeh, kafe, cihê hene û şevbihûrkan tê bikaranîn.
Çîçek anî ziman ku niha welatî tên li vê hemama dîrokî û dixwazin hundirê wê bibînin.
- "Welatî tiştên baş dibêjin"
Çîçek got ku muşteriyên ku cara ewil tên hemama dîrokî metel dimînin û wiha dewam kir: "Dema goşeyên şerqê, destşokan, musluxan û qurneyan dibînin, şaş û metel dimînin. Ji ber ku ev cihekî dîrokî ye eleqeyê nîşan didin. Bi taybet jî mêvanên me yên ku ji derveyî welêt tên divê bên vî cihê xweş bibînin."