04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Li Sirûca navçeya Şanliurfayê 2 kes bi hinceta ji Lîseya Îmam Xetibê ya Anadoluyê 126 kompîterên tablet dizîne hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Amirtiya Buroya Esayîşê ya Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê ji vir 5 meh berê piştî ku ji Lîseya Îmam Xetibê ya Anadoluyê 126 kompîterên tablet yên ku di çarçoveya "Projeya Fatîhê" da li zarokan dihatin belavkirin hatibûn dizîn xebat dan destpêkirin û bi operasyona heman demê va di ser 2 navnîşanan da girtin.
Ekîban bi îdiaya dizîna tabletan M.A. û V.T. bniçav kirin.
Piştî karûbarên fermî yên li ewlekariyê şikbar sewqî dadgehê kirin û şikbar bi biryara dadgeran hatin girtin.