13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Serokê Giştî yê Partiya Keda Gel (HEP) yê Berê Ferîdun Yazarê ku duh li Enqereyê di nexweşxaneyê de ku tedawî didît de wefat kir, li Şanliurfayê hat definkirin.
Cinazê Yazar (72) anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf înan û ji wir jî birin taxa Kuçuk Ordekê.
Piştî nimêja cinazê Yazar di goristana taxê de hat definkirin.
Malbata Yazar, eqrebayên wî, Parlamenterên Stenbolê yê CHPê Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterên Şanliurfayê yên HDPê Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan jî beşdarî merasima cinazê bûn.
Yazar demekî serokatiya Şaredariya Şanliurfayê kiribû, di heyama 26emîn de ji Şanliurfayê ji bo parlamenteriya HDPê bûbû namzet.
Yazar di Nexweşxaneya Guvenê ya li Enqerê de ji ber pençeşêra pişikê tedawî didît û duh li wir wefat kiribû.