13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Parlamenter Cewad Kerîmî Quddusiyê ku yek ji parlamenterên muhafazakar ên Îranê ye got ku li welêt ji sala 2009an vir ve 600 rojnamevan hatine binçavkirin.
Quddusî ji ajansa nûçeyan a Farsê ya Îranê re daxuyand ku li welêt 600 rojnamevan hatine binçavkirin û wiha axivî: "Binçavkirina van kesan ve fîtne ji holê ranebû, lewra tesîra wan hê jî heye. Hin çapemenî hewl didin ku meclisê wek du qutbên dijî hev nîşan bidin."
Li Îranê di sala 2009an de hilbijartina serokomariyê çebûbû û ev hilbijartin gelek hatibû nîqaşkirin. Lewra di vê hilbijartinê Mehmud Ehmedînejad wek serokomar hatibû hilbijartin. Lê ji ber îdiayên bêrêtiyê ji ber ku ew dîsa wek serokomar hatibû hilbijartin li Îranê xwepêşanên gelek mezin çêbûbûn û bi hezaran kes hatibûn binçavkirin.