2016 ж. 13 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 16 маусым
MARDİN
Babilîsoka ku li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê rabû, bi kamerayan hat qeydkirin.
Babilîsoka ku car bi car li deşta Qiziltepeyê radibe, hinek caran ji bo agirên firêzeyan metirsiyê çêdike û hinek caran jî ev bûyera siruştê ji aliyê objektîfan va tê qeydkirin.
Ba û babilîsoka ku li başûrê navçeyê rabû, di nav erdekî ku firêza wê hatibû şewitandin da xwelî bilind û berba kir û dîmeneke ecêb saz kir.
Babilîsoka ku nêzîka 10 deqeyan dewam kir, nebû sedema zirarekê.