MARDÎN
Pispor radigihînin ku li Mêrdînê giyandarên biqalik yên ku wek "kalikê midyeyê" tê binavkirin û jûjiyê avî yên aîdê 144 milyon sal berê hene. Li navçeya Derîkê jî kêzikên behrê yên ku koka wan qeliyaye û wek "kalikê kêzikê" tê binavkirin yên aîdê 550 milyon sal beriya niha hene.
Pisporan diyar kir ku li Mêrdînê fosîlên herî dewlemend tên tespîtkirin û diyar dikin ku divê fosîlên giyandarên behran yên ku îdia dikin ku 50 milyon sal beriya niha mane, ji hêla paleontologan ve bên lêkolînkirin.
Akademîsyenan bal kişand ku herêm ne tenê ji hêla arkeolojîk ve, ji hêla mîneral û madenan ve jî gelekî dewlemend e. Akademîsyen pisporên ku dixwazin li vir lêkolînan bikin vedixwînin herêmê.
- "Mardîn ji hêla fosîlan ve gelekî dewlemend e"
Seroka Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê (ZMA) Ark. Doç. Dr. Guner Coşkûnsûyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Coşkûnsûyê got ku Mêrdîn ji hêla rezervên fosîlan ve gelekî dewlemend e. Em dixwazin ku van bi alema zanistê re parve bikin, lê ji ber ku em pisporên vê mijarê nînin em dixwazin ku paleontolog bên herêmê û li vir lêkolînan bikin. Coşkûnsûyê diyar kir ku herêm ne tenê ji hêla arkeolojîk ve dewlemend e, ew ji hêla mîneral û madenan ve jî gelekî dewlemend e.
-"Divê verastkirinên qanûnî bên çêkirin"
Coşkûnsûyê da zanîn ku bi tesadûfî rastî fosîlan hatine û hin ji wan fosîlan ji bo lêkolîn û belgekirinê daxilî koleksiyona zanîngehê kirin. Coşkûnsû got ku em li bendê ne ku zanyar û lêkolînvan bên herêmê û li ser fosîlên ku bi milyon salan beriya niha mane û ji bo zanistê gelekî girîng in lêkolînan bikin.
Coşkûnsûyê destnîşan kir ku fosîl der barê heyama ku dijiyan û dinyayê de gelek agahiyên didin û ji bo tespîtkirina salên jeolojîk jî gelekî girîng in.
Coşkûnsûyê wiha got: "Mêrdîn û bajarên cîran ji hêla rezervên fosîlan û çavkaniyên sirûştî ve gelekî dewlemend e. Divê ev rezerv bên parastin, belgekirin û ragihînin nifşên bê. Divê verastkirinên qanûnî bên çêkirin ku fosîl neyên tehrîbkirin û bazirganiya wan û derxistina wan a derveyî welêt bên qedexekirin û welatî di vê mijarê de bên agahdarkirin. Di vê çarçoveyê de divê li ZMAyê jî teqez beşên wek cografya û jeolojiyê bên vekirin."
-"Fosîlên aîdên heyamên cuda li Mêrdînê henin"
Hîndekarê Makezanista Cografyayê yê Ziya Gokalp Fakulteya Perwerdeyê yê Zanîngeha Dîcleyê (ZD) Doç. Dr. Sabrî Karadogan jî got ku Mêrdîn derdora wî ya ku bi çand, bawerî û mîmariya xwe ya kevneşop gelekî dewlemend tê naskirin, digel taybetiyên beşerî û çandî ji hêla jeolojîk û jeomorfolojîk ve jî gelekî dewlemend e.
Karadogan destnîşan kir ku fosîl, mîneral û ferşên ku Ark. Doç. Dr. Coşkûnsû û tîma wî tespît kirin ji hêla zanistê ve gelekî balkêş in.
Karadogan da zanîn ku li ba welatiyekî fosîlên ku ji derûdor dîtiye, hemû ji Mêrdînê û derûdora wî hatiye dîtin. Karadogan wiha axivî: "Fosîlên aîdên heyamên cuda li vir hene. Wek mînak; fosîlên giyandarên behrê yê biqalik yê aîdê 66 û 144 milyon sal beriya niha hene. Em dikarin bibêjin van "kalikên mîdyeyê." Jûjiyên avî jî hene. Darên ku bûne fosîl hene. Li navçeya Derîkê jî fosîlên kêzikên behrê yên ku koka wan qeliyaye û wek "kalikê kêzikê" tê binavkirin yên aîdê 550 milyon sal beriya niha hene.
- Fosîlan li aşxaneya xwe rapêş dike
Esnaf Hîkmet Çamûrdaş jî fosîlên ku li hawirdorê dibîne li aşxaneya xwe rapêş dike. Çamûrdaş diyar kir ku dema ku li eraziyê geriya gelek fosîl dîtin û got ku min ev fosîl anin aşxaneya xwe li wir rapêş kir.
Çamûrdaş got ku piştî ku Ark. Doç. Dr. Coşkûnsûyê aşxaneya min ziyerat kir ez girîngiya fosîlan hîn bûm û wiha axivî: "Em bi hevalan re dema digerin fosîlan berhev dikin. Me li aşxaneyê cihekî wekî argûnê çêkir û biryar da ku wan fosîlan li wir rapêş bikin. Fosîlan bala mişteriyan kişand. Piştî ku akademîsyenên ji zanîngeha Mardîn Artûklûyê li ser fosîlan lêkolîn kir, fosîlan bêtir bala mişteriyan kişand."