MARDÎN (AA) - Parlamanterê BDPê yê Mardînê Erol Dora û digel komeke ji BDPê înşaeta dîwarê îstinadê yê ku dê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bê çêkirin protesto kirin.
Şaredara Nisêybînê Ayşe Gokhan, Serokê BDPê yê Şaxa Mardînê Reşat Kaymaz, Parlamenterê BDPê yê berê yê Sîîrtê Osman Ozçelîk, Serokê BDPê yê navçeya Niseybînê Abdulbarî Eren û gelek kesên din li ber Navenda Çandê ya Mîtannî kom bûn. Komê ji vir dest bi meşê kir û bi drûşmên "em dîwarên şermê naxwazin" anîn ziman.
Kom hetanî ber sînorê Nisêbîn û Qamişloyê meşiya û li hinda eraziya bi mayin daxuyanî da.
Li ser navê komê Parlamenterê BDPê yê Mêrdînê Erol Dora axivî. Dora got: "Ev sînorên sûnî ji aliyê Îngilîz û Fransiyan ve hatinê xêz kirin. Gelên Kurd, Suryanî, Êzdî, Ereb, Tirk, Nûsayrî û gelê li ser vê erdnigariyê dijîn ji hevqetandine û perçe kirin e. Divê ev sînorên sûnî neyên hesibandin. Gelek mirovan di van mayinên erazî de can dan. Ev sînor li ser nexşe û kaxidan heye, lê belê tu car di bîr û mêjiyê gel de cih negirtiye. Feydeya van sînoran ne ji gelê Kurd û ne jî ji yê Tirk re heye. Divê ev sînor bên rakirin. "
Serokê BDPê yê bajêr Reşat Kaymaz jî diyar kir ku ew naxwazin dîwar bên çêkirin û wiha dewam kir: "Hewce bike emê bikevin ereziyê bi mayin û mayinan li ser xwe biteqînin. Emê vî sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de rakin."