DIYARBAKIR
Lîseya Ziya Gokalp a li Diyarbekirê ya ku gelek rayedarên dewletê, siyasetmedar, helbestvan, fermandar, lêkolîner, hunermend û karsaz jê mezûn bûne balê dikşîne.
Di Lîseya Ziya Gokalpê de ya ku di sala 1890an de ji aliyê Walî Hesen Paşa ve hatiye avakirin de gelek kesên ku li Tirkiyeyê karên payebilin kirine û navdar bûne xwendine. Wezîrê Xurek, Çandin û Heywandariyê Mehdî Eker digel Abdulkadir Aksûyê ku demekê wezîrtiya karên hundir kir jî yek ji xwendakarên vê dibistanê ne.
Hîkmet Çetînê ku demekê Wezîrtiya Karên Derve, Serokatiya TBMMyê û Alîkariya Serokwezîrtiyê kiriye, ji wezîrên dewletê yên berê Salîm Ensarîoglû û Wezîrê Tenduristiyê yê berê Dr. Yûsûf Azîzoglû jî ji mezûnên vê lîseyê ne.
Cûma Îçten û Oya Eronata Parlamenterên AK Partiyê û Parlamentera Batmanê ya BDPê Ayla Akatê jî di vê lîseyê de xwendin. Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Osman Baydemir, şeredarê berê Ferîdûn Çelîk, Nûrettîn Dîlek, Nejat Cemîloglû, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê (ZD) yê berê Selahattîn Yazicioglû, Sedat Ariturk, Mehmet Ozaydin û Fikrî Canorûç jî ji xwendekarên vê lîseyê ne.
Helbestvanê gewre Ahmed Arif, Dr. M. Orhan Asena, Wezîrê Dewletê yê berê Yilmaz Karakoyûnlû, helbestvan û parêzer Îhsan Fîkret Bîçîcî, nivîskar Esma Ocak, lêkolîner Prof. Dr. Halîl Degertekîn, nivîskar Şehmûs Dîken, karsaz Nîhat Ozdemîr, karsaza jin Nadîre Îçkale, hunermend Coşkûn Sabah, Bedrî Ayselî, Şaredarê Fatîhê ya Stenbolê Mûstafa Demîr, Serokê berê yê 9emîn Daîreya Şûreya Dewletê Kamûran Erkmenoglû, Wezîrê Dewletê yê berê Mehmet Kahraman, Midûrê Giştî yê Banqaya Wakiflarê yê berê Cavît Oral û Tûxgeneral Orhan Yapici jî di nav xwendekarên vê dibistanê de ne.
Ji bilî van kesên navdar, serokê rêxistana PKKê yê li Girava Îmraliyê girtî ye Abdûllah Ocalan jî serdemekê li vê lîseyê xwendiye.
-Dîroka Lîseyê
Bingeha avahiya lîseyê di sala 1890î de ji aliyê walî Hesen Paşa ve li Fîskayayê bi navê "îdadiya Diyarbekirê" tê avakirin. Di navbera salên 1945-1946an de dest bi avakirina dibistanê tê kirin û dibistan di navbera salên 1948-1949an de ji bo perwerdeyê tê amadekirin. Navê dibistana "Lîseya Diyarbekirê" di sala 1953an de tê guherandin û dibe Lîseya Zîya Gokalp. Li Lîseya ku mezûnên xwe yên ewilîn di sala 1898an de dide, niha tevî 683 xwendekar û 120 mamosteyan ve perwerde tê berdewamkirin.
-Kesên dihatin nasîn li vê dibistanê dixwendin
Parlamentera AK Partiyê ya Diyarbekirê Oya Eronatê got ku ev dibistaneke kevnare ye û wiha dewam kir: "Ev dibistan ji bo min gelekî girîng e. Dibistan li rex mala me bû û min zaroktiya xwe li vir jiya. Lîseya Ziya Gokalp di nav dibistanên herî girîng ên Diyarbekirê de bû. Kesên dihatin nasîn li vir dixwendin."
-Me ji jiyanê re amade kir
Parlamentera BDPê ya Batmanê Ayla Akatê got ku wê jî li vê dibistanê xwendiye û wiha dewam kir: "Di serdemên dijwar de min li vir xwend. Di polan de 60-70 xwendekar hebûn, lê perwerde gelekî baş bû. Dibistana me jî di nav dibistanên baş de bû. Têkiliya di navbera xwendekar û mamosteyan de jî gelekî baş bû. Mamosteyên me, em ji bo jiyanê amade kirin. Di navbera salên 1986-87an de min li vir xwend û 1992an de jê mezûn bûm."