MARDÎN
Haluk Leventî piştî konserê pirsên rojnamevanan yên der barê rojevê de bersivand û wiha axivî: "Li gor min pakêta demokratîkbûnê têrê nake, tiştekî wiha di gelek mijaran de têrê nake. Xwezî li Girava Heybeliyê Dibistana Rûman hebûya, pêşvebûna elewiyan hinekî din berfirehtir bûya. Der barê kurdan de tiştên diyartir, daxuyaniyên ku dilê mirov rehet dikin, bidana. Lê divê mirov wiha bifikire... Em li gor 15 û 20 sal berê li kû ne, li kîjan aliyî ne. Nabe ku mirov bi reşbînî li her tiştî binêre û her tiştî bide ber bayê."