Shapplin di çarçoveya Çalakiyên Sala 20emîn a Turkcelê de li "Şevên bi Stêrk ên Turkcellê" bi heyranên xwe re hat bal hev. Hunermenda bedew hem bi zerafeta xwe û hem jî bi stranên xwe ve guhdarvan mest kir û her wiha li gel baranê heyranên wê, ew tenê nehiştin.
Emma Shapplinê bi kostûmê xwe yê rengîn û dengê xwe yê xweş ve beşdarvan anî kelecanê.
Hunermenda ku xwediyê xelata Paka Zêrîn e di çarçoveya tûrneya "Dust of a Dandy"yê de li Stenbolê konser da û di konserê de li gel stranên xwe yên kevin ji albûma xwe ya nû jî çend stran got.
Di nava beşdarvanên konsera Dîvaya Fransewî de hunermendên navdar jî hebûn.