Wezîrê Ewlehiya Cîvakî û Xebatê Faruk Çelîk di merasimê de axivî û wiha got: "Yên mezlûm şîn digirin lê mixabin wijdanan zeng girtiye. Ev rewşa li herêma me û li dinyayê belav bûye. Em niha hewl didin ku yên dişewîtinin, hildiweşînin, dikujin û yên hêşîn dikin, tespit bikin."
Wezîr Çelîk destnîşan kir ku mirovahî ji ezmûneke dijwar de derbas dibe û li ser dinyayê mirov zêde ne lê mixabin mirovahî gelekî kêm e.
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez jî anî ziman ku Pêxember Îbrahîm Xelîl dilovanê bavê mirovahiyê, kalê pêxemberan e û got ku ji bo ku hatiye meqamê wî gelekî kêfxweş e.
Gormez destnîşan kir ku hewcedariya mirovahiyê bi qenciyê heye û wiha dewam kir:
"Jixwe em hemû diayên Îbrahîm in. Hemû muminan diayên Îbrahîm in. Çi çax ku em derkevin derveyî diaya Îbrahîm li ser erdê xirabî serdest dibe. Xwîna li herêmê me diherike û hêstirên çavan nîşan dide ku em ji diayê Îbrahîm dûr ketine. Ez ji rebbê xwe niyaz dikim da ku em ji diayê Îbrahîm dûr nekevin."
Piştî axaftinan di 9 kategoriyan de xelatên qenciyê dan xwediyên wan.