2016 ж. 13 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 14 маусым
TUNCELİ
Li Ovacika navçeya Tunceliyê bi otomobîleke bombebarkirî li dijî lojmanên edliyeyê êrîş hat lidarxistin û di encamê da 3 ji wan bi giranî 9 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan seat derdor 13.30an da endamên rêxistina terorê bi otomobîleke bombebarkirî li dijî lojmanên edliyeyê êrîş li dar xistin.
Di encama teqînê da yek ji wan polês 9 kes birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên Servîsa Acîla 112ê va rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ovacikê.
Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran girane.
Li derûdorê tedbîrên ewlehiyê hatin berfirehkirin. Agirê ku ji ber teqînê derket ji aliyê tîmên îtfaiyê va hat vemirandin.