12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 14 Mijdar 2015
AGRI
Dê sibê ji aliyê Midûriya Tûrîzm û Çandê ya Bajêr ve paneleke bi navê "Piştgiriya Ehmedê Xanî ya ser Ramana Îslamê û Aliyê Xanî yê Tesewwufî" bê lidarxistin.
Midûrê Tûrîzm û Çandê ya Bajêr Mûhsîn Bulut daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di çarçoveya telîmatên Walî Mûsa Işin de der barê Ehmedê Xanî de rêzxebatek dan destpêkirin.
Bulut diyar kir ku dê di panelê de li ser piştgiriya Ehmedê Xanî ya ser ramana îslamê û aliyê wî yê tesewwûfî bisekinin û wiha axivî: "Dê sibê di saet 14.00an de li Navenda Kongre û Çandê panela me çêbe. Pişt re dê di çarçoveya xebatên çandî de em ê 3 an jî 4 konferansên din jî li dar bixin. Hêvîdar im ku em bi van xebatên xwe yên çandî em piştgiriyê bidin ku ev zanayê mezin hinekî din bê fehmkirin."
Bulut hemû welatî û xwendekar vexwendin panelê.