Li Şanliurfayê barana gur
Li navçeya Herranê ji ber barana gur hin avahî û tewle di bin avê da man, 14 heywan telef bûn
Şanlıurfa
ŞANLIURFA
Li Herrana navçeya Şanliurfayê ji ber barana gur hin avahî û tewle di bin avê da man, 14 heywan telef bûn.
Şev qasî nîv saetê baraneke gur barî. Li taxa Alacayê 4 avahî, li taxa Ozluyê jî 2 tewle di bin avê de man. Ji ber baranê 14 heywan telef bûn, zeviyan zirar dît.
Qaymeqamê Herranê Omer Faruk Çelîk û Fermandarê Cendirmeyan Murat Uyanik çûn cihên ku di bin avê de mane û bi welatiyan re axivîn.
Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erîn jî telefonê Qaymeqam Çelîk kir û der barê bûyerê de agahî hilda.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.