Jiyan

Li Şanliurfayê qurbanî li bazarê li benda kiriyaran in

Müslüm Etgü  | 24.06.2021 - Rojanekırın : 28.06.2021
Li Şanliurfayê qurbanî li bazarê li benda kiriyaran in

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê ku yek ji navendên girîng ên heywandariyê ye, heywandaran qurbaniyên ku bi mehan bi ihtimam lê nihêrîn, bi nêzîkbûna Eyda Qurbanê anîn bazaran.

Heywandaran berî eydê, heywanên xwe yên ji bo qurbanê anîn bazara heywanên zindî ya li navçeya navendê Eyubiyeyê.

Her wisa heywandar ji Şanliurfayê heywanên xwe yên ji bo qurbanê dişînin bajarên wekî Stenbol, Antalya, Mêrsîn û Enqereyê jî.

Li bazarê pezên qurbanî bi bihayên ku bi 1500 lireyî dest pê dikin, dewar jî bi bihayên bi 10 hezar lireyî dest pê dikin va tên firotin.

Serokê Komeleya Bazara Heywanên Zindî ya Şanliurfayê Îzzet Çîftçî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku bazara wan yek ji bazarên herî mezin ên Tirkiyeyê ne.

Çîftçî diyar kir, bi nêzîkbûna Eyda Qurbanê nexasim şandina heywanan a ji bo parêzgehên cîran dest pê kir û wiha dewam kir:

"Qismekî mezin ê pêwîstiya pez a Tirkiyeyê ji vir tê dabînkirin. Berî eydê ev du roj in liv û tevger zêde ye. Îsal teleba pez zêdetir e. Sewqiyeta me ya pez a ji bo parêzgehên me yên Îstanbul, Edene, Enqere, Kahramanmaraş, Antalya, Eskişehir, Afyon û Hatayê dest pê kir. Îsal digel bihayên alif, bihayên me guncan e, zêdebûneke bi qasî sedî 20î heye, em li bendê nînin ku bêtir rabe."

Heywandar Îsmaîl Babacan û Abdullah Oba jî diyar kirin ku heywan rind tên firotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.