HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî der barê serdana xwe ya dîrokî ya li Diyarbekirê de wiha got: "Ji bo min pêkhatina xeyalekê bû, hê jî dikeve xewnên min."
Barzanî li meqama xwe ya li bajarê Selaheddînê lijneya Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilatê Başûr qebûl kir. Barzanî di hevdîtinê de qala serdana xwe ya dîrokî ya di 16ê çiriya paşîn a 2013an de li Diyarbekirê kir.
Barzanî wiha got: "Ji bo min pêkhatina xeyalekê bû, hê jî dikeve xewnên min. Li kuçeyan zarok, jin, pîr û kal, bi hezaran kesî ala Kurdistanê dihejand. Nayê jibîrkirin."
Barzanî diyar kir ku kurd ji berê de pêrgî qedexeyan hatine û wiha got: "Kurdan bi taybetî di dema Tansu Çîllerê de êşên mezin kişandin. Çîllerê çima wiha kir nizanim."
Barzanî qala zor û zehmetiyên di dema Mele Mistefa Barzanî de jî kir û wiha axivî: "Bavê min di sala 1966an de ji ber êrîşên ku rejima Beasê li ser gundên kurdan dikir, ji Neteweyên Yekbûyî re name dişandin. Ji Serokomarê wê demê yê Tirkiyeyê Cevdet Sûnay re jî şand, mafê sipartinê xwest, ev daxwaz nehat qebûlkirin.""
Barzanî destnîşan kir ku piştî AK Partiyê li Tirkiyeyê nêrîna li kurdan guherî û wiha got: "Kurdan zehf êş kişand, zimanê wan hat qedexekirin, hatin înkarkirin, lê piştî AK Partiyê ev ji holê rabû."
Barzanî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û wiha peyivî: "Ez wek Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriyê didim pêvajoyê. Divê ev pêvajo bidome. Divê êdî çek rawestin û ji holê rabin."
Barzanî li ser pirsgirên bi hikûmeta Bexdayê û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê (PYD) jî sekinî û got ku tenê em dixwazin herêmê ji êrîşan biparêzin.
Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilatê Başûr Veysî Îpek ji bo piştgiriyên Barzanî yê ji bo pêvajoyê sipasiyên xwe pêşkêş kir.
Îpek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber salvegera 116emîn a çapemeniya kurdan ew vexwendine û wek mêvanê Herêma Kudistanê hatine Hewlêrê. Îpek diyar kir ku cemiyeta wan li Rojhilatê Başûr û Rojhilatê Anadolu li 16 bajêran heye û 330 endamên wan hene.