Haydar Şahin
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
KABUL
Ji bo şerê navxweyî yê 17 sal e li Efxanistanê dewam dike bi dawî bikin nûnerên rêxistina Talîbanê û rayedarên Amerîkayê li Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban (MYE) civiyan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Zabîhullah Micahîdê Berdevkê Talîbanê da hat diyarkirin ku nûnerên Talîbanê û rayedarên Amerîakyê duh civiyan û nûnerên Erebistana Siûdî, Pakistan û Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban jî beşdarî civînê bûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di hevdîtinê da axivîn ku Amerîka ji Efxanistanê vekişe û li welêt aştî were tesîskirin.
Hat ragihandin ku hevdîtin ew ê dewam bikin.
Wekî mayîn Di daxuyaniya Serokomariya Efxanistanê da hat gotin ku hevdîtinên aştiyê yên di navbera Talîbanê û hikûmeta Efxanistanê da jî ew ê di demeke kin da dest pê bikin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku heyeta di seroktiya Ebdil Selam Rehimî da ya ku ew ê hevdîtinan bimeşîne jî çû MYEyê.
Nûnerên Talîbanê û rayedarên Amerîkayê di cotmehê da li Qeterê hatibûn ba hev.